Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 73 peyam
sailor moon - tirşik
sailor moon
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Rêzemangayeke japonî ye ku ji aliyê naoko takeuchi hatiye nivîsandin û xêzkirin. di navbera salên 1991 û 1997an de 60 beşên vê mangayê hatiye weşandin.


Here lînkê



15.05.2021 12:57 | xelîl

2. xêzefîlma salor moon -a ku favorî fîlma min a zarokatiyê ye- serpêhatiyên şervana heyvê usagi û hevalên wê vedibêje. hema di hemû beşan de îblîsek an antîqehremanekê din derdikeve ku dixwazin dinyayê bi dest bixin û bikin tarîstan, xerabiyan dikin, hişê mirovan jê dibin û wan êsîr dibin lê koma şervanên gerstêrkan -ên ku hemû jin in- hinekî bi alîkariya şervanê maskelê û helbet bi saya hêzên xwe yên nesiruştî yên jev cuda wan afirîdeyên xerab dikujin, dîsqalîfîye dikin û dişînin tarîstana ku jê hatine. hîn jî hema nebû, miheqeq her meh beşek an du beşên wê temaşe dikim. bi min efsaneyeke nemir e.

qehramanên bingehîn ev in:
şervana heyvê - usagi tsukino - ew her tişt e, her tişt ji bo wê ye lê qehremanekê têra xwe gêjik e*. henûn û delal e.
şervanê maskelê - Mamoru Chiba an jî belkî em bibêjin şervanê maskelê. eşqa min a zarokatiyê ye*.
şervana merkurê - ami mizuno (çavşîna min, delala min, miriya pirtûkan e. min ew mînak digirt. pir cool e*)
şervana marsê - rei hino (heyranê êrişkirina wê me)
şervana jupîterê - makoto kino (xatûna brûska ye)
şervana venusê - minako aino (piçekî dişibe usagî lê jê xanimtir e*)
û gelekên din.



15.05.2021 13:35 ~13:43 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» sailor moon
» moon

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî